PIŞTÎ 2 SALÊN HIŞKESALIYÊ BARANA DAWIYÊ REWŞA ÇANDINIYÊ BAŞ KIRIYE
Barana ku di nava van çend rojan de bariya, dilê cotkaran xweş kiriye û cotkar dibêjin, destpêkê tirsa wan ew bûye ku weke her du salên derbasbûyî hişkesalî çêbibe, lê barana vê dawiyê metirsiyên wan ji holê rakirine.
Desteyên Çandiniyê yên Rêveberiya Xweser ji bo parastina mewsimê çandiniyê ji rewşên şewatê, ji niha ve dest bi wergirtina tedbîran kirine.
Barîna baranê ya di nava van çend rojan de dilê cotkaran geş kiriye û zeviyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bi rengê kesk xemla xwe didin der.
Destpêka salê tirsa cotkaran ew bû ku baran nebare û weke her du salên derbasbûyî herêm tûşî hişkesaliyeke dijwar were, lê li gorî pisporên çandiniyê barana vê dawiyê, heta radeyekê mewsim ji metirsiya hişkbûnê rizgar kirine.
Cotkarên ji bajarê Qamişlo diyar dikin ku vê baranê ew geşbîn kirine û ew dê îsal berhemekî baş bi dest bixin.
NEHRO MIHEMED SEÎD – COTKAR
COTKAR: BARANA DI VAN ÇEND ROJAN DE METIRSIYA LI SER MEWSIM RAKIR
FERHAD YÛNIS – COTKAR
Desteya çandiniyê ya Herêma Cizîrê, ji bo pêşwazîkirina mewsimên çandiniyê ji niha ve amadekariyên xwe dike û di demeke nêz de dê hûrgiliyan aşkere bike.
MAZLÛM HESEN – HEVSEROKÊ DESTEYA ÇANDINIYÊ YA HERÊMA CIZÎRÊ
DESTEYA ÇANDINIYÊ: JI BO WERGIRTINA BERHEMÊN ÇANDINIYÊ AMADEKARIYÊN ME DEWAM DIKIN
Li gorî amarên desteya çandiniyê li herêma Cizîrê milyonek û heysed û pênc hezar donim genimê avî û nêzî 2 milyon donim jî yên bejî hatine çandin.
Rêveberiya Xweser ji bo parastina mewsimê çandiniyê ji niha komîteyên taybet amade kirine û tedbîr wergirtine.