HEYVA SOR A KURD PAKÊTÊN XWARINÊ LI QAMIŞLO BELAV KIR
DILGEŞ ÎSA - ENDAMÊ HEYAV SOR YA KURD
DILGEŞ ÎSA: PAKÊTIN XWARINÊ LI MALBATÊN ASTENGDAR Û XIZAN HATIN BELAV KIRIN
Heyva Sor a Kurd a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hevkariya rêxistina Nûdem dest bi Însiyatîva “Bersiva hêviyê di dayîna we de ye” kir. Însiyatîv dê hezar pakêtên xwarinê li malbatên xizan belav bike.
Însiyatîv û alîkariyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya meha Remezanê dewam dikin.
Bi wê re Heyva Sor a Kurd û rêxistina Nûdem dê zekat û fitreyan bikin alîkarî û bi rêya encumenan li malbatên xizan belav bikin.
Li gorî endamê Heyve sor ya Kurd Dilgeş Îsa, dê Heyva Sor a Kurd hezar pakêtên xwarinê li malbatên xizan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bike.
Her wiha dê însiyatîva belavkirina pakêtên xwarinê heta 15′ê Nîsanê bidomîne.