Kanala ROJAVA TV

JINÊN JI KOBANÊ NERAZÎBÛNA XWE LI DIJÎ TECRÎDÊ NÎŞAN DIDIN

Di mijara tecrîda ku li dijî rêber Ao tê ferzkirin de, Jinên ji kobanê gotin, dewleta tirk zagonên navdewletî bin pê dike û diyar kirin ku rêxistina pêşîlêgirtina êşkenceyê CPT bi ne xwedî bawerî ye.

Jinan tekezî li ser berdewamkirina berxwedanê kirin.

 

Ev 24 Sal in rêber Apo di zindana Imralî de dîlgirtî ye û zêdeyî 2 salane dewleta tirk tecrîdeke giran li ser ferz dike. Ev yek jî di gelek hevpeymanên mafên mirovan ên navdewletî de qedexe ye.

Jinên ji Kobanê ev tecrîd şermezarkirin û banga berxwedanê kirin. Cîhan Bozan di vê derbarê de dibêje.

 

JINÊN JI KOBANÊ: EM Ê BERXWEDANÊ DEWAM BIKIN

Tecrîd giran kirî zagonên navdewletî binpê dike, Evîn Miho Ismaîl li ser vê yekê got, ev yek nayê qebûl kirin.

 

JINÊN JI KOBANÊ: EV TECRÎD LI DIJÎ ZAGONÊN NAVDEWLETÎ YE

Yek ji komîteyên sereke ên ku divê di rewşa rêber Apo de destwerdan bike rêxistina pêşîlêgirtina êşkenceyê CPT ye, lê ev komîte bi bawerî tevnagere. Emîne yasîn di vê derbarê de got.

 

JINÊN JI KOBANÊ: CPT BI BAWERÎ TEVNAGER E

Berî vê bi demekê rêxistina pêşîlêgirtina êşkenceyê serdana Imralî kiribû lê di vê derbarê de ti agahî nedan, vê jî metirsî li cem gelê kurd ava kir.