Kanala ROJAVA TV

JI BO ROJBÛNA RÊBER APO LI GUNDÊ SIFTEK Ê KOBANÊ DAR HATIN ÇANDIN

Bi boneya 4’ê nîsanê Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan, xelkên bajarê Kobanê bi alîkariya saziyên Rêveberiya Xweser, dar li baxçeyê serokatî yê li gundê Siftekê çandin.

Berdevka Qada Civakî ya KOngra Star Hêvîn Ismaîl dibêje, ew ê kampanyayên xwe yên çandina daran bidomînin.

Ji bo pêşwazîkirina 4’ê nîsanê Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan, li bajarê Kobanê kampanyayên çandina daran li gelek gund û navçeyan dest pê kirine.

Di bin dirûşmeya “Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan vîna jiyana azad e” xelkê bajarê KObanê berê xwe dan baxçeyê serokatî ya li gundê Siftekê yê rojavayê bajêr û dest bi çandina daran kirin.

Xelkên KObanê berdewam dirûşmeyên bijî azadiya Rêber APO û Berxwedan Jiyan e, pankart û alayên Rêber Abdullah Ocala berz kirin.

Rêvebera Qada Civavî ya Kongra Star Hêvîn Îsmaîl ji Rojava TV re behsa plansaziya çandina daran dike.

 

HÊVÎN ISMAÎL- RERDEVKA QADA CIVAKÎ YA KONGRA STAR

HÊVÎN ISMAÎL: EM Ê ÇALAKIYÊN XWE YÊN ÇANDINA DARAN BIDOMÎNIN

 

DAR BI ALÎKARÎ Û PIŞTEVANIYA SAZIYÊN RÊVEBERIYA XWESER TÊNE ÇANDIN

Bi hevkariya saziyên Rêveberiya Xweser îro, 80 darên cur be cur hatin çandin û duh jî li gundê Minaz ê rojavayê KObanê dest bi kampanya çandina daran hate kirin û biryar e li wî gundî zêdetirî 1100 dar werin çandin.

 

BIRYAR E 4’Ê NÎSANÊ LI SERANSERÎ KURDISTAN Û HERÊMÊ ÇALAKÎ WERIN LIDARXISTIN

Her wiha dê roja 4’ê nîsanê li seranserî Kurdistan û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dar werin çandin û şahiyên girseyî bi rê ve biçin.