4’Ê NÎSANÊ ROJBÛNA MIROVAHIYA AZAD Û RIZGARKIRINA JI BINDESTIYÊ YE
Çalakvanên siyasî yên ji bajarê Reqayê dibêjin, rojbûna Rêber Abdullah Ocalan, rojbûna azadiyê ye û tekez dikin ku divê Rêber APO demildest ji zindanên dagirkeriyê were azadkirin.
Her wiha çalakvanên siyasî dibêjin, felsefeya Rêber Abdullah Ocalan di dil û mejiyê azadîxwazên cîhanê de diherike.
Rêber APO bi felsefe û bîrdoziya xwe ronahî da gelên Rojhilata Navîn û gelên bindest û ji bo rizgarî û felatê banga mezinkirina têkoşînê kir.
Ji lewre Rêber APO li Rojhilata Navîn û cîhanê weke, Rêber gelan tê naskirin û rojbûna Rêber APO li seranserî cîhanê tê pîrozkirin.
Têkildarî mijarê çalakvanên siyasî yên bajarê Reqayê rojbûna Rêber Ebdullah Ocalan pîroz kirin û gotin, felsefeya Rêber APO di dil û mejiyê azadîxwazan de diherike.
ELÎ EBAS – ÇALAKVANÊ SIYASÎ
ELÎ EBAS: FELSEFEYA RÊBER APO DI MEJÎ Û DILÊ AZADÎXWAZÊN CÎHANÊ DE DIHERIKE
Her wiha çalakvanên siyasî dane zanîn, felsefeya Rêber ji bo gelên bindest rêya rizgarî û azadiyê vekir.
EBDULNASIR HEMÎ – ÇALAKVANÊ SIYASÎ
EBDULNASIR HEMÎ: RÊBER APO RIYA AZADÎ Û FELATÊ JI BO GELÊN BINDEST VEKIR
Rêber Abdullah Ocalan di paradîgmaya xwe de her dem behsa yekîtî û hevgirtina gelan dike û tevahî pêkhateyan han dide ku tifaqa xwe ava bikin, ji lewre Rêber APO di dilê tevahî azadîxwazan de tê hezkirin û felsefeya xwe li çar aliyên cîhanê belav bûye.