Kanala ROJAVA TV

ORKÊSTRA ROJAVA TOVA PIŞKIVÎNA HUNERÊ JI BO ZAROKAN E

Peymangeha Orkêstra ya Rojava ji bo pêkanîna xewna hunerê ya zarokên herêmê bû derfetek.
Di nava 3 salan de zarokan bi perwerdeya vê Peymangehê di warê hûnerê de hin gavên nû avêtin..
Di peymangeha Orkêstrayê de zarok, ji Tembûrê bigire heta Keman, Gîtar, Tişêlo û gelek amûrên din bi hemû rêbazan têne perwerdekirin.

Atmosfereke rehet ya derûnî ji zarok re pêwîst e da ku bikaribe xewn û xeyalên xwe li ser ruyê erdê pêk bîne û paşerojeke ronî bide avakirin.

Peymangeha Orkestra ya Rojava ji bo zarokên herêmê bû hêvî û derfeta pêkanîna xewna hunerê di nava sê salan de.

zarok di Peymangeha Orkestrayê de li ser amurên weke; Tembûr, Keman, Gîtar, Tişêlo, Bilûr, Baxleme û erbane bi rêbazên profesyonel têne perwerdekirin.

Zarokên ku di Orkestrayê de cihê xwe digirin piştî perwerdeyê niha hedefên mezintir dane pêş xwe û dizwazin di karên xwe de bibin pispor.

 

NÛR IBRAHÎM – BEŞA CELLO

BUHAR HESEN – BEŞA GÎTAR

Bi derfetên kêm û bi şêwazeke akademîk ji dersên Nota, Solfêc, Harmonî û deng peymangehê dikarîbû komek a Orkestrayê ava bike û wekî tovek ji hunerê şîn bibe.

 

MIZGÎN TAHIR – MAMOSTEYA MÛZÎKÊ

Di nava peymangeha Orkestra ya Rojava de zarokên ji temenê 8 salî heta 18 salî cihên xwe digirin. Mamosteyên Amûran yên di vê peymangehê de hemû perwerdeyên xwe ji akademiyên herêmî girtine û xwediyê karînên sînordar in, heta astekê dê bikaribin van zarokan perwerde bikin.

lê piştî ev zarok vê astê derbas bikin, da ku gavên mezintir bavêjin aliyên peywendîdar ji bo vê mijarê çi dihizirin û dê çi amadekariyan bikin?