Kanala ROJAVA TV

KESAYETÊN JI BAJARÊ KOBANÊ ROJBÛNA RÊBER APO PÎROZ DIKIN

Bi boneya nêzîkbûna 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber APO kesayetên ji bajarê Kobanê gotin, rojbûna rêber APO, rojbûna mirovahiya azad e.

Her wiha gotin, bi rojbûna Rêber APO re, jina bindest ya ku ji mafên xwe dihate bêparkirin, azad û serbest bû.

 

4`ê Nîsana 1949`an li axa di navbera her du çemên Dîcle û Firatê, li navenda kevana bi bereket de, rojeke nû ji bo gelên bindest hilat û dîrokeke tijî destanên lehengiyê, şewqa xwe da Rojhilata Navîn û cîhanê.

Di 4`ê Nîsana 1949`an de li gundê Amarayê yê Xelfetiya ser bi Rihaya Bakurê Kurdistanê ve, rêberê mirovahiya azad Rêber APO ji dayik bûye.

Piştî çend rojên din rojbûna Rêber APO tê, derbarê vê mijarê de kesayetên ji bajarê Kobanê nirxandin kirin û gotin, rojbûna Rêber APO, rojbûna mirovahiyê ye.

ŞÊX EHMED HEMO- ENDAMÊ ENCUMENA MALBATÊN ŞEHÎDAN

ŞÊX EHMED HEMO: ROJBÛNA RÊBER APO, ROJBÛNA MIROVAHIYA AZAD E

 

Her wiha kesayetên ji bajarê Kobanê dane zanîn ku, Rêber APO gelê Kurd ji tunebûn û înkarê ber bi hebûnê ve anî.

SÛAD ŞÊX DEMIR- JI RÊVEBIRÊN KONGRA STAR

SÛAD ŞÊX DEMIR: BI ROJBÛNA RÊBER APO RE JINÊN BINDEST AZAD BÛN

EHMEDÊ PÎRÊ- ENDAMÊ DESTEYA PERWERDEYÊ

EHMEDÊ PÎRÊ: RÊBER APO GELÊ KURD JI TENEBÛN Û BIŞAFTINÊ ANÎ HEBÛNÊ

 

Li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji niha ve ji bo 4’ê nîsanê şahî têne lidarxistin û dar têne çandin, her wiha biryar e roja 4’ê nîsanê şahiyên girseyî werin lidarxistin û rojbûna Rêber APO bi peyamên azadiya fîzîkî werin pîrozkirin.