ZÊDETIRÎ 2 SALAN E TI AGAHÎ JI RÊBER ABDULLAH OCALAN NAYÊNE WERGIRTIN
Xwendekarên Zanîngeha Kobanê bêdengiya navdewletî ya li hemberî tecrîda girankirî ya li dijî Rêber APO şermezar dikin û dibêjin, armanca tecrîdê qirkirina Gelê Kurd û azadîxwazên cîhanê ye.
Tecrîda li Îmraliyê her ku diçe girantir dibe û ev 2 sal derbas bûne ku ti agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nehatine wergirtin.
Rêber APO ku bi felsefe û bîrdoziya xwe gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn ji tarîtiyê anî Ronahiyê, niha ji mafên xwe yên sereke tê bêparkirin.
Li hemberî vê rewşa krêt gelê Kurd hedarê nagrin û bi şev û roj ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO dixebitin.
Xwendekarên zanîngeha Kobanê tecrîdê şermezar dikin û dibêjin Rêber APO her dem ji bo aştiyê têdikoşe, ji lewre dagirkeriya Tirk tecrîdê girantir dike.
ŞEVÎN HECÎ- XWENDEKARA ZIMAN Û WÊJEYA KURDÎ
XWENDEKARÊN KOBANÊ: RÊBER APO JI MAFÊN XWE YÊN SEREKE TÊ BÊPARKIRIN
Her wiha Xwendekarên Zanîngeha Kobanê dibêjin, felsefeya Rêber APO di dilê û mejiyê wan de diherike, lewre ti carî Serok û gel ji hev nayêne qutkirin.
NECAH ÎBRAHÎM- XWENDEKARA ZIMAN Û WÊJEYA KURDÎ
XWENDEKARÊN KOBANÊ: DEWLETA TIRK NIKARE RÊBER APO Û GEL JI HEV QUT BIKE
DIYAR BOZAN- XWENDEKARÊ ZIMANÊ ÎNGILÎZÎ
Tevî ku parêzerên Rêber APO li gorî yasayên Tirkiyê berdewam serî li aliyên peywendîdar didin, lê daxwazên wan bêbersiv dimînin û li gorî yasanasan ev yek binpêkirineke aşkere ye li dijî mafên mirovan.