Kanala ROJAVA TV

ARMANCA ÇETEYÊN TIRKIYÊ JI KOMKUJIYA CINDIRÊSÊ EW E KU ÇANDA KURDAN DERBE BIKIN

ILHAM MIHEMED – ENDAMA ENCUMENA PYD YA ŞEHBA

20’ê Adarê çeteyên Ehrar El Şerqiyê derheqê 4 kurdan de bi tawana vêxistina agirê newrozê komkujiyek pêk anîn.
Bertek û nerazîbûnên li hember vê yekê zêde dibin û piştgiriya ji serhildana Efrîniyan li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê re jî li pêş in.
Endama Encumena Partiya Yekîtiya Demokrat PYD li Şehbayê Ilham Mihemed diyar kir ku Armanca çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji Komkujiya Cindirêsê ew e ku derbekê li çanda kurdî bidin.

ILHAM MIHEMED: DEWLETA TIRK BI KOMKUJIYA CINDIRÊSÊ XWEST ÇANDA KURDÎ DERBE BIKE

Ilham Mihemed serhildana Efrîniyan li hember dagirkeriyê û sûcên wê gaveke pîroz binav kir û got dewleta Tirk bi her awayî dixwaze wê serhildanê vemrîne.

 

ILHAM MIHEMED: DEWLETA TIRK DIXWAZE BI IDÎAYAN SERHILDANA EFRÎNIYAN VEMRÎNE

Ji dema dagirkirina Efrîn ve sûc û binpêkirinên çeteyan derheqê sivîlan de rojekê jî ranewestiyane.
Yek ji 4 şehîdên Komkujiya Cindirêsê Fereh El-Dîn Mihemed Osman di sala 2018’an de, ji ber ku daxwaza mala xwe ya desteserkirî kiribû, hatibû revandin û îşkence lê hatibû kirin.