Kanala ROJAVA TV

ŞÊNIYÊN KOBANÊ JI BER BILINDBÛNA NIRXÊN KELÛPELAN NIKARIN PÊDIVIYÊN XWE DABÎN BIKIN

Şêniyên bajarê Kobanê, ji ber bilindbûna nirxên sebze, kelûpel û goşt nikarin pêdiviyên xwe yên malê dabîn bikin.

Piraniya xelkên ku diçin bazarê, ji ber bilindbûna nirxan bi destên vala vedigerin malên xwe û şênî daxwaz ji aliyên peywendîdar dikin ku çavdêriya xwe tundtir bikin û rê li pêşiya keysbaziya bazirganan bigrin.

Ev der sûka sebze û fêkiyan ya bajarê Kobanê ye. Ji ber bilindbûna nirxan tevger û çûnûhatina li nava bazarê kêm bûye.

Nirxên kelûpelan ne li gorî dahata xelkê ne. Xelk bi hêviya ku pêdiviyên xwe dabîn bikin, berê xwe didin bazarê, lê bilindbûna nirxan wiha kiriye ku bi destên vala vegerin malên xwe.

Welatî dibêjin bi hatina meha pîroz re, bazirgan jî keysbaziyê dikin û her kes firoşgehek li gorî dilê xwe, nirxên kelûpel û sebzeyan destîşan dike.

DIRÊ’Î OSMAN- WELATÎ

WELATÎ: JI BER BILINDBÛNA NIRXAN EM NIKARIN PÊDIVIYÊN XWE DABÎN BIKIN

ŞÊX NEBÎ- WELATÎ

Ji bilî sebze û fêkiyan, nirxê goşt jî bilind bûye û welatî ji rêveberiya pêjiyanî û aliyên peywendîdar hêvî dikin ku çavdêriya xwe tundtir bikin û rê li pêş keysbaziya bazirganan bigrin.

OMER MISLIM- WELATÎ

WELATÎ: EM DAXWAZ JI ALIYÊN PEYWENDÎDAR DIKIN KU RÊ LI PÊŞIYA KEYSBAZIYÊ BIGRIN

ZIYAD SINCAR- WELATÎ

Ji ber şer û aloziya ku ev serê 12 salan e, herêm tê re derbas dibe û dorpêça ku ji çar aliyan ve li ser herêmê hatiye sepandin, weha kiriye ku bazirgan jî kesysbaziyê bikin û di heman demê de dahata xelkê jî kêmtir kiriye.