Kanala ROJAVA TV

ŞEHÎD RAPERÎN AMED Û HEVRÊYÊN WÊ LI QAMIŞLO HATIN BIBÎRANÎN

Kongra Star bi merasîmekê şehîd Raperîn Amed û hevrêyên wê yên şehîd li bajarê Qamişlo bi bîr anî.

 

Nûnerên sazî û rêxistinên jinan, endamên kongar Star û jinên ji bajarê Qamişlo beşdarî merasîma bîranînê bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin li ser giyanên şehîdan dest pê kir û paşê axaftin hatin kirin û hate gotin ku, şehîd Raperîn Amed di nava tevgera azadiyê de bi roleke mezin rabûye û berpirsyariyên girîng girtine ser milê xwe.

Her wiha di merasîmê de senevizyonek jî li ser têkoşîn û berxwedaniya Şehîd Raperîn Amed hate pêşandan.

Raperîn Amed piştî 30 salên ji têkoşîn û xebata ji bo rizgariya gelê xwe, di 17’ê hezîrana sala 2022’yan de li herêmên parastinê yên medyayê şehîd bû.