Kanala ROJAVA TV

PIŞTÎ EFRÎNÊ ÇETEYÊN HEYET TEHRÎR EL- ŞAM DERBASÎ GIRÊ SPÎ BÛN

Hevserokê Encumena Kantona Girê Spî Hemîd El- Ebdi dibêje, piştî dagirkrina Girê Spî wan hişyariya belavbûna komikên çeteyan ên terorî dan û diyar dike ku ew yek bi derbasbûna çeteyên Heyet Tehrîr El- Şam re pêk hat.

Hemîd El- Ebid ji Rojava TV re behsa nexşeya belavbûna çeteyên Heyet Tehrîr El- Şam, anku Cebhet El- Nusraya berê dike.

Ji cotmeha 2019’an ve, piştî ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê Girê Spî, dagir kirin, ji wê demê ve binpêkirinên çeteyan li dijî xelkê resen ê herêmê didomin.

Ji dizî, talan, kuştin, revandin û îşkenceyê bigre heta bi guhertina demografî, komikên çeteyan sînorên hovîtiyê derbas kirin û her tişt kirin..