Kanala ROJAVA TV

XWENDEKARÊN ZANÎNGEHA ROJAVA PIŞTGIRIYA XWENDEKARÊN ROJHILATÊ KURDISTANÊ KIRIN

Encumena Xwendekarên Zanîngeha Rojava ji bo şermezakirina sûcên dewleta îranê yên derbarê jehrîkirina 7000 xwendekarên jin li dibistan û zanîngehên Rojhilatê Kurdistan û îranê bi gaza Kîmyewî, daxuyaniyek da.

Xwendekaran di daxuyaniyê de destnîşan kirin ku ev 44 sal e dewleta Îranê girtin, kuştin û darvekirin kiriye şêwazê parastina rejîma xwe û bal kişandin ser jehrîkirina xwendekarên keç û gotin: Di encama jehrîkirina xwendekaran de, 4 xwendekaran jiyana xwe ji dest dan.

Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku xwendekarên jin êdî dîwarê tirsê hilweşandine û daxwaza guhertineke demokratîk dikin.

Her wiha xwendekaran bang li hemû ciwan û xwendekarên şoreşger ên cîhanê kirin ku bi hev re piştgiriya ciwan û xwendekarên Rojhilatê Kurdistanê yên ku niha li beramberî dîktatoriya rêjîma îranê serî hildidin,bikin.
Daxuyanî bi dirûşmeyên Jin Jiyan Azadî bi dawî bû.