Kanala ROJAVA TV

QUTKIRINA AVA ÇEMÊ FIRATÊ BANDOREKE NEYÎNÎ LI MEWSIMÊ ÇANDINIYÊ DIKE

Ji ber qutkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, bandoreke neyînî li mewsimê çandiniyê bûye.

Cotkarên bajarê Reqayê dibêjin, bi qutkirina avê re dahata wan ya jiyanê têk diçe û qutkirina avê, weke qutkirina şahdamarên xwe bi nav dikin.

Qutkirina ava Çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, ne bi tenê bandor li berhemanîna elektrîkê û belavbûna nexweşiyan kiriye.

Piraniya herêmên li beravên Firatê, bi çandiniyê debara xwe dikin, lê ji ber qutkirina avê zeviyên wan li ber hişkbûnê ne û dahata wan ya malê, li ber têkçûnê ye.

Yek ji wan herêman jî bajarê Reqayê ye, cotkarên Reqayê ji ber qutkirina avê bê çar e mane û bêyî ku tiştekî ji destê wan were, zeviyên wan ên ku xewnên xwe li ser hûnandine, têk diçin.