Kanala ROJAVA TV

KRÎZA SÛRIYÊ DERBASÎ SALA 13’AN DIBE

15 adar sala 2011 xelkê parêzgeha Dera ya Sûriyê, li dijî Hikûmeta Şamê daketin qadan û daxwaza demokrasiyê kirin, di demeke kurt de alozî li gelek parêzgehên Sûriyê belav bû.

Xwepêşandanên sivîlan ên aştiyane veguherîn qadên şer û çeteyên yên girêdayî Tirkiyê, armancên xwepêşandêran veguherandin şerê çekdarî û diziyê.

Di encama aloziya ku temenê wê dikeve 13 saliyê, bi sedhezaran Sûrî bûne qurbanî, penaber û derbider.

Serokê nivîsgeha rêxistinî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Îmad Mûsa dibêje, çeteyên girêdayî Tirkiyê daxwazên gel vuguherandin şerê çekdarî.

 

Ji hêla xwe ve endamê encumena giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrahîm Qeftan dibêje, ji bo çareserkirina krîza Sûriyê, divê ku dîyaloga Sûrî- Sûrî were destpêkirin.