Kanala ROJAVA TV

JI BER QUTKIRINA AVA ELOK JI ALIYÊ TIRKIYÊ VE XELKÊN HESEKÊ BI FIKAR IN

Ji ber qutkirina ava Stasyona Elok li ser bajarê Hesekê xelk ava sarîcan bi kar tînin.
Xelkên ji bajarê Hesekê dibêjin ku ava sarîcan ji bo vexwarinê ne guncaw e û dibe sedema belavbûna nexweşiyan.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ku bi her awayî şerê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin, avê jî wekî çekekê li dijî xelkên ji herêmê bi kar tînin.

Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ava Stasyona Elok qut dike û şêniyên bajarê Hesekê û gundewarê wê bê av dihêle.

Xelkên ji bajarê Hesekê ji ber lêçûnên kirîna avê û ji aliyê din ve neguncawbûna wê ya ji bo vexwarinê, bi fikar in.

Li aliyekî din Heserokê gerînendeya avê yê bajarê hesekê Îsa Yûnis diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji dema dagirkirina Serêkaniyê ve anku ji sala 2019an ve, pirsgirêka qutkirina ava vexwarinê ya ji Stasyona Elok tê, dewam dike.

Stasyona Elok avê ji bo bajarê Hesekê, navçeya Til Temirê, herêmên başûrê Hesekê yên wekî Hol, Erîşe, Şedadê û kampên li herêmê yên wekî kampa Erîşe, Hol, Waşokanî û Serêkaniyê, peyda dike.

Xelkên ji hesekê bang li civaka navdewletî kirin ku zextê li dewleta tirk bikin da ku dev ji kiryarên xwe berde û avê qut neke .