Kanala ROJAVA TV

BI BONEYA 8’Ê ADARÊ ÇALAKIYÊN CÛRBECÛR TÊNE LI DAR XISTIN

di çarçoveya rêze çalakiyên ji bo 8’ê Adarê roja jinan ya cîhanî de, îro li Reqa û li Kobanê Semîner hatin li dar xistin.

Di semîneran de roja 8’ê Adarê hat pîroz kirin û rola jin di civakê de hate gotûbêj kirin.

FILM

Çalakiyên ji bo 8’ê Adarê rojan jinan ya cîhanî li herêmên bakur u rojhilatê Sûriyê, berdewame.
Rojane Semîner, Meş, perwerde û çalakiyên cûrbecûr tên li dar xistin.

divê çarçoveyê de û bi diruşmeya “Jin, jiyan, azadî, ber bi şoreşa jinê ve” nivîsgeha jinan a encumena Kesk a Idlibê îro li hola civînan a encumenê li reqayê , semînerek li dar xist.

Semîner bi beşdarbûna kesayetên serbixwe, çalakvanên sivîl û hejmarek jinên di saziyên Rêveberya Xweser de hat dayîn.

Di semînerê de rola dîrokî ya jinan di pêşesaziyên civakên pêşketî de hate rave kirin.

Endama Buroya Jinan a encumena Kesk a Idlibê Nahed Nehas roja jinan ya cîhanî pîrozkir û banga bilind kirina asta têkoşînê kir.

 

 

Li Kobanê jî çalakiyên pîrozbahiyê hatin li dar xistin.

Encûmena Jin ya Partiya Yeketiya Demuqratîk ( PYD) bi boneya 8 ê adarê panêlek li dar xist.

Bi dehan endamên jin yên saziyan û endamên (PYD) beşdarî panêlê bûn.

Di panelê de Bêrîvan Ismaîl endama Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD ya herêma Firatê axivî û behsa berxwedan û têkoşîna jinan a di oxira azadiyê de kir .

mijarên di panêlê de da xuyanî kirin.