Kanala ROJAVA TV

WELATIYÊN REQAYÊ DAXWAZA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER ABDULLAH OCALAN DIKIN

Welatiyên ji pêkhateya Ereb ên bajarê Reqayê dibêjin, paradîgmaya Neteweya Demokratîk ya Rêber Abdullah Ocalan wekhevî û aramî di nava civakê de belav kir.

Her wiha welatî daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO dikin.

Karvedan û bertekên li dijî tecrîda girankirî ya ku dewleta Tirk li dijî Rêber Abdullah dimeşîne, her ku diçin zêdetir dibin .

Tecrîda li Îmraliyê ne bi tenê Kurd nîgeran kirine, lê belê xelkên ji pêkhateya ereb ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî, ji rewşa Rêber APO ne razî ne.

Xelkên ji pêkhateya ereb ên ji bajarê Reqayê dibêjin, ew li gorî felsefeya Rêber Ocalan jiyana xwe birêxistin dikin û daxwaza azadiya fîzîkî dikin.