Kanala ROJAVA TV

LI EYN ÎSAYÊ TEVÎ ÊRÎŞAN JÎ JIN JI BO 8’Ê ADARÊ HERIKÎN QADAN

Tevî êrîşên rojane yên dewleta Tirk a dagirker, dîsa jî jinên navçeya Eyn Îsayê bi girseyî ji bo 8’ê adarê herikîn qadan û soza bilindkirina têkoşînê dan.

Meş bi pêşengiya komgra star û bi beşdariya bi sedan ji jinên navçeyê, li gel mizgefta Mezin a nava bajêr dest pê kir û li qada Şehîd Cûdî veguherî mitîngê.

Jinan di meşê de wêneyên Jinên Şehîd ên pêşeng û dirûşmeyên azadî û tolhildanê berz kirin.

Di meşê de endama Kordînasyona KOngra Star a Herêma Firatê Alcîn Salim axivî û cejna 8’ê adarê li tevahî jinên kedkar pîroz kir.

Her wiha got  jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi herikîna şoreşa 19’ê tîrmehê re mohra xwe bi fedekarî li tevahî qadan xistine.