Kanala ROJAVA TV

LI HESEKÊ DI TEQÎNA EREBEYEKÊ DE ŞERVANEKÎ QSD’E Û 2 KES BIRÎNDAR BÛN

Li bajarê Hesekê di erebeyekê de teqînek rû da û li gorî malpera QSD’e şervanekî Hêzên Sûryaya Demokratî û 2 kes birîndar bûne.

Li nêzî Dibistana Refîde El-Eslemiye ya li taxa Kelasê ya bajarê Hesekê di erebeyekê de teqînek rû daye û di encamê de jineke 70 salî ya bi navê Emîne Xelîl Derwêş, kesekî din û şervanekî QSD’e birîndar bûne.

Heta niha sedem an jî çawaniya teqandina erebeyê nehatiye zanîn, QSD’e jî lêpirsînê dewam dike.