HUNERMENDÊ KURD SEÎD YÛSIF DI SALVEGERA 3’EMÎN A WEFATA XWE DE HATE BIBÎRANÎN
ŞEPAL SEÎD YÛSIF - KEÇA HUNERMEND SEÎD YÛSIF
Hunermendê Kurd û Mîrê Bizqê Seîd Yûsif, duh di salvegera sêyemîn a wefata xwe de, li bajarê Qamişlo bi rêûresmekê hate bibîranîn.
Malbata Seîd Yûsif, xelkên ji Qamişlo, rewşenbîr, nivîskar, siysetmedar û nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser beşdarî merasîmê bûn.
Di merasîmê de çend axaftin hatin kirin û behsa serpêhatiyên Seîd Yûsif ên bi hunera Kurdî re hate kirin.
Paşê nivîskar û rewşenbîr Ehmed Huseynî ji aliyê malbata Seîd Yûsif ve hat xelatkirin.
Her wiha sinevîzyonek jî li ser rêwîtiya hunermend Seîd Yûsif hat pêşandan û hejmarek ji hunermendan stranên wî gotin.