Kanala ROJAVA TV

Ji bo raya giştî ya cîhanî

Ji bo raya giştî ya cîhanî
Erdheja ku di 6 sibats 2023an de rûda ,bû sedema karesateke mirovî û zirareke mezin ji bo xelkên herêmê ku heta vê gavê di aloziyeke jiıyanî de mane. Li ser vê yekê mirovahiya cîhanî û ya herêmê ket nava hewldana elîkariyeke pir mezin a madî û manewî ji bo xelkên ku di vê erdhejê de bandor bûne û ji ber ku Heyva Sor a Kurd cihê baweriyê dibÎnin xwestin ev alîkarî li ser riya wê bighêjin herêmên bandor bûne
Mixabin bê ku sedemê wê ji aliyê me ve were naskirin , astengiyên pir mezin ji me re têne derxistin mînaka wê ya herî dawî doh (21-2-2023) karwanekî me ya alîkariya mirovî ji aliyê rêbenda fîşxabûr û rayedarên ku ev rêbend girêdayî wan e hate astengkirin.
Ji ber vê yekê jî em neçarin zûtirîn dem hemû raya cîhanî ser van astengiyan agahdar bikin. Em wek Heyva Sor a Kurd ev biriyarên bi vî rengî ji bo me cihê ne qebûlkirinê ne her wiha em bê wate dibînin.
Mafê me yê herî xwezayî ye ku wek Heyva Sor a Kurd civaka ku baweriya xwe bi me aniye em alîkariya wan bighînin cihê pêwîst.
Ji ber vê yekê em bi hêvîne demldest ev aliyên ku astengiyan derdixin li biriyarên xwe vegerin û hemû rê û deriyên mirovî yên ji bo alÎkariyê vekin.
Heyva Sor a Kurd
22-2-2023