Kanala ROJAVA TV

KOMBÛNA JINÊN ZENÛBYA YA REQAYÊ KOMPLOYA 15’Ê SIBATÊ ŞERMEZAR KIR

Di bin dirûşmeya bi vîna jina azad, em ê tecrîdê bişkênin û azadiyê pêk bînin, kombûna jinên Zenûbya li Reqayê xwepêşandanek li dar xist.

Bi sedan jinên Reqayê, endamên encumen û nivîsgehên jinan beşdarî xwepêşandanê bûn.

Di xwepêşandanê de jinan komplo şermezar kirin û gotin berxwedaniya gel, komplo pûç kir.

Her wiha jinan bang li rêxistinên mirovî kirin ku li hemberî tecrîda girankirî ya li dijî Rêber APO helwest nîşan bidin.

Di dawiyê de xwepêşandan bi daxuyaniyekê bi dawî bû.