JI BO ŞERMEZARKIRINA KOMPLOYÊ LI REQAYÊ ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ DEST PÊ KIR
OMER ZEYAB- BEŞDARVANÊ ÇALAKIYÊ
Ji bo şermezarkirina komploya 15’ê sibatê, encumena malbatên şehîdan a bajarê Reqayê çalakiyeke konvedanê li dar xistiye û dest bi greva birçîbûnê kiriye.
Hejmarek ji welatî, nûnerên saziyên sivîl, rêveberiya xweser, serokeşîr û rûspiyên Reqayê beşdarî çalakiyê bûne.
Di çalakiyê de çend axaftin hatin kirin û di wan axaftinan de hate gotin ku hêzên komploger bi dîlgirtina Rêber APO xwestin Rojhilata Navîn bixin tarîtiyê.
Her wiha hate tekezkirin ku bi berxwedanî û têkoşînê armancên komployê vala hatin derxistin.
Li gorî komîteya amadekar, biryar e çalakî îro bi dawî bibe.