HRRK’Ê JI BO BÎRANÎNA QURBANIYÊN ERDHEJÊ MERASÎMEKE BÎRANÎNÊ LIDARXIST
EHMED HUSEYNÎ - HEVSEROKÊ HRRK’Ê
Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistan HRRK’ê Ji bo bîranîna qûrbaniyên erdheja 6′ê Sibatê li Tirkiyê û Sûriyê jiyana xwe ji dest dan û bi taybet kesên di encama erdhejê li Bakur û Rojavayê Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dan duh li ser giyanên wan qûrbaniyan mûm pêxistin.
Destpêkê deqeyeke rêzgirtin li ser giyanên wan hat girtin.
Merasîmê bîranînê bi beşdarbûna rewşenbîr û nivîskarên herêmê li pêş navenda HRRK’ê li bajarê Qamişlo pêk hat.
Di merasîmê de gelek axaftin hatin kirin.
hevserokê HRRKê Ehmed Huseyînî got: “Em bi hezkirin tevahî qûrbaniyên vê erdhejê bi bîr tînin û heta em sax bin wê ev kavil di bîra me de bin.