Kanala ROJAVA TV

18 GUNDÊN BAJARÊ KOBANÊ DI ENCAMA ERDHEJÊ DE BÊ AV MANE

XALISA HEC EBD EL-QADIR- RÊVEBERIYA GERÎNENDEYA AVÊ YA HERÊMA FIRATÊ XALISA HEC EBD EL-QADIR: BEŞEK JI GUNDÊN KOBANÊ BÊ AV MANE XALISA HEC EBD EL-QADIR: DA KU CAREKE DIN AV VEGERE EM Ê DEPOYEK NÛ AVA BIKIN

Rêveberiya gerînendeya avê ya herêma firatê Xalisa Hec Ebd El-Qadir diyar kir ku di encama erdhejê de 18 gundên rojavayê kobanê bê av mane.

Xalisa Hec Ebd El-Qadir anî ziman ku ew ê depoyeke nû ji bo dabînkirina avê çêkin.

Erdgheja ku li bakurê Kurdistan, Tirkiyê û Sûriyê rû da, zerarên mezin gihande herêmên derdorê.

Li gorî nûçeghanê me ji bajarê Kobanê, di encama erdhejê de depoya avê ya ku av dida hejmarek ji gundên kobanê ji xizmetê derket.

Rêveberiya gerînendeya avê ya herêma firatê Xalisa Hec Elbdil Qadir diyar kir ku 18 gundên rojavayê kobanê bê av man e .

Xalisa Hec Elbdil Qadir anî ziman ku ji bo carek din av li gundan vegere ew ê depoyeke nû ava bikin.

Depoya avê ya ku 480 metre kûp e gundên siftek, xurxurî, zorave, çûlbek, kûrelî, dîgmedaş û Nûman ne.