Kanala ROJAVA TV

ROJAVA TV REWŞA BIRÎNDARÊN ERDHEJA LI ŞEHBAYÊ ŞOPAND

ASYA ELÎ- HEVJÎNA BIRÎNDAREKÎ ERDHEJÊ DESTEYA TENDURISTIYÊ BI DERFETÊN XWE BIRÎNDARAN DERMAN DIKE   JI BER ÊRÎŞAN PIRANIYA MALÊN LI ŞEHBAYÊ LI BER HILWEŞÎNÊ NE

Erdhejê zererên mezin gihand kantona Şehbayê ku bi piranî koçberên Efrînê lê dimînin û 5 kes birîndar bûne.

Koçberên ji Efrînê dibêjin, ji ber şer û topên Tirkiyê piraniya malan derb xwarine û li ber ji navçûnê ne.

Li kantona Şehbayê ku ev demeke ji hêla Hikûmeta Şamê ve dorpêç kiriye, erdhej gihaşte wir jî û 5 kes birîndar bûn.

Ev der nexweşaxeneya Avrîn e ku bi derfetên xwe yên kêm birîndarên erdehjê derman dike.

Hevjîna birîndarekî behsa erdhejê dike.

Li kantona Şehbayê ku bi piranî koçberên Efrînê lê dijîn, ji ber şer û topên Tirkiyê piraniya malên wê derb xwarine û egera hilweşandina wan zêde ye.

Demjimêr 4’ê sibeha îro li Mereşa Bakurê Kurdistanê erdhejek bi pîvana 7.8 rû da û pêlên wê li gelek herêmên Tirkiyê û Sûriyê belav bûn û di encamê de bi sedan qurbanî li dû xwe hêlan û heta niha gelek cenaze di bin kavilan de ne.