Kanala ROJAVA TV

KOMBENDA EFRÎNÊ PÊŞANGEHEKE HUNERÎ JI BO ZAROKÊN JI EFRÎN Û ŞEHBAYÊ LIDARXIST

EMÎNE REŞÎD YÛSIF - ENDAMA KOMBENDA CIVAKÎ YA EFRÎNÊ

Kombenda Civakî ya Efrînê li bajarê Hesekê pêşangeheke hunerî ya resmên zarokên ji Efrîn û Şehbayê duh li navenda Xabûr a Çand û Hunerê ya Hesekê lidarxist.

Pêşangeh bi diruşmeya ber bi piştgiriya behreyên ciwanan û bi beşdariya 66 tabloyên resmên zarokan, her wiha bi piştgiriya Encumena Sûriya Demokratîk MSD’ê û bi alîkariya kombenda Efrînê, hate lidarxistin.

Di pêşangehê de tabloyan êşa koçberkirina zarokên Efrînî nîşan da.