Kanala ROJAVA TV

ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ LI HERÊMÊ BINGEHEKÎ XURT Ê XWEPARASTINÊ AVA KIRIYE

HEMÎDA OMER- ENDAMA KONGRA STAR XELKÊ HERÊMÊ JIYANA XWE LI GORÎ ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ BI RÊXISTIN DIKIN ZEYNEB XELÎL- ENDAMA KONGRA STAR CÎHAN- ENDAMA KONGRA STAR

Endamên kongra Star ên kantona Şehbayê behsa giringiya şerê gelê şoreşgerî dikin û diyar dikin ku civak li gorî wê jiyana xwe bi rêxistin dike.

Her wiha endamên kongra Star bang li jinan dikin ku bi polîtîkayên dijmin ên şerê taybet neyêne xapandin.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li hemberî gef û êrîşên derve û hundir xelkên herêmê li gorî paradîgmaya neteweya demokratîk û şerê gelê şoreşgerî xwe bi rêxistin dikin.

Xelk di nava jiyana xwe ya rojane de pergala xweparastinê pêk tînin û girîngiyeke taybet bi wê yekê didin.

Endamên Kongra Star ên Kantona Şehbayê behsa girîngiya şerê gelê şoreşgerî û pêkanîna wê di nava civakê de, dikin.

Her wiha endamên kongra star bang li jinan dikin ku bi planên dijmin neyêne xapandin û xwe li gorî şerê gelê şoreşgerî bi rêxistin bikin.

Di çend sedsalên dawiyê de şerê gelê şoreşgerî li gelek deverên cîhanê pêk hatiye, lê ev 40 sal in bi destpêkirina tevgera azadiyê re, di nava Kurdistanê de jî berbelav bûye û xelk li gorî wê xwe bi rêxistin dikin.