Kanala ROJAVA TV

KAMPANIYA KOMKIRINA IMZEYAN LI KOBANÊ DESTPÊKIR

HÊVÎN MIHO ISMAÎL - ENDAMA KONGRA STAR A KOBANÊ HÊVÎN ISMAÎL: XELKÊN KOBANÊ PÊŞWAZÎ LI HEMLEYÊ DIKIN CUMA DAWÛD - HEVSEROKÊ KOMÎNA ŞEHÎD FÎRAS A KOBANÊ CUMA DAWÛD: XELKÊN KOBANÊ DIXWAZIN AGAHIYAN DERBARÊ REWŞA RÊBER NAS BIKIN

Kampaniya komkirina Imzeyan ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan roj bi roj berfireh dibe û li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav dibe

Doh kongra Star, encumena malbatê şehîdan û partiya yekîtiya demokrat PYD bi alîkariya komînan li Kobanê hemle destpêkirin.

Saziyên ku bi karên hemleyê radibin dibêjin armanca wan îmzeyên xelkên herêmê kom bikin û radestî aliyên hiqûqî yên têkildarî mafên girtiyan bikin, da teqez bikin bi milyonan mirov ji bo azadiya rêber Ocalan tê dikoşin.

Endama kongra star Hêvîn Miho Ismaîl taybet li gel Rojava Tv got xelkên kobanê pêşwaziyê li hemleyê dikin û ji bo azadiya Rêber Ocalan îmze dikin

Hevserokê komîna şehîd Fîras a kobanê Cuma Dawûd ku doh li wê taxê îmze dihatin komkirin got xelkên kobanê dixwazin agahiyan derbarê rewşa rêber Ocalan de bigrin.

Insiyatîfa gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gel insiyatîfa azadiya rêber Ocalan a Sûriyê 22 çileyê kampaniya komkirina imzeyan dan destpêkirin û biryar e hemle heta 15’ê Sibatê salvegera komploya Navnetewî li dijî rêber Abdullah Ocalan dewam bike.