XELKÊN LI HERÊMA FIRATÊ SALVEGERA RIZGARKIRINA KOBANÊ BI ŞAHIYEKÊ PÎROZ KIRIN
BEŞDARÊN ŞAHIYÊ: FEDEKARIYA KEÇ Û XORTÊN ME, AZADIYA KOBANÊ MISOGER KIR
Doh êvarî Li herêma Firatê salvegera 8’an a serkeftina Kobanê û salvegera 9′an a damezrandina Rêveberiya Xweser, bi coşeke mezin hatin pîrozkirin.
Şahî bi amadebûna bi sedan şêniyên Herêma Firatê, li Eywana Firatê hate lidarxistin.
Di şahiyê de Hevserokê encumena Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn axivî û salvegera rizgarkirina Kobanê û damezrandina Rêveberiya Xweser li tevahiya gelan û gaziyên şer pîroz kir.
Her wiha Şahî bi stran, xwendina helbestan û gerandina govendê bi dawî bû.