DI 26`Ê ÇILEYA 2015`AN DE LI KOBANÊ ÇOKÊN TERORÊ HATIN ŞIKANDIN
RÛKEN EHMED- HEVSEROKA TEVGERA CIVAKA DEMOKRATÎK RÛKEN EHMED: SERKEFTINA KOBANÊ BÛ SEMBOLA YEKBÛNA GELAN RÛKEN EHMED: JINAN DI BERXWEDANA KOBANÊ DE, HÊZA XWE JI CÎHANÊ RE ÎSBAT KIRIN RÛKEN EHMED: XWEDÎDERKETINA LI KOBANÊ BERPISYARTIYEKE NAVNETEWÎ YE
Di salvegera 8’an a rizgarkirina Kobanê de, Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM Rûken Ehmed got, kobanê ji bo tevahî sûriyê û bakur û rojhilatê sûriyê bi taybet bû sembola yekbûna gelan.
Bajarê Kobanê ku yek ji biçûktirîn herêmên Rojavayê Kurdistanê ye, di navbera salên 2014-2015`an de bû şahidê mezintirîn berxwedana li hemberî terorê.
Şerê ku di 15`ê Îlona 2014`an de dest pê kir, di 26`ê Çileya 2015`an de bi serkeftin û şikandina çokên terorê, bi dawî bû.
Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM Rûken Ehmed salvegera 8’an a serkeftina Kobanê li Rêber Ocalan YPG,YPJ û QSD pîroz kir û got, kobanê ji bo tevahî sûriyê û bakur û rojhilatê sûriyê bi taybet bû sembola yekbûna gelan.
Rûken Ehmed anî ziman ku Hêzên jin bi berxwedana xwe ya li dijî DAIŞ’ê , hêza xwe ji cîhanê re îsbat kirin.
Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM Rûken Ehmed di dawiyê de diyar kir ku Xwedîderketina li kobanê berpisyartiyeke
navnetewî ye.