Kanala ROJAVA TV

KOÇBERÊN EFRÎNÊ YÊN LI REQAYÊ BIRYARA BERXWEDANÊ HETA VEGERA LI EFRÎNÊ DAN

Koçberên Efrînê yên ku li bajarê Reqayê dimînin îro bi daxuyaniyekê, êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê yên li dijî Efrînê şermezarkirin û piştgiriya xwe ji bo Hêzên Rizgariya Efrînê nîşan dan.

Daxuyanî li ber çerxereya El-Neîm a bajarê Reqayê bi beşdarbûna hejmarek ji koçberên Efrînê hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, Dewleta tirk a dagirker ji kiryar û binpêkirinên xwe yên li dijî pîvanên mirovahiyê têrnebûye û bi gefên xwe dixwaze tevahî herêmên bakur û rojhilatê sûriyê dagir bike.

Koçberên Efrînê yên li Reqayê tekez kirin ku Ew ê xeta Avêsta, Barîn bişopînin û ji hêzên rizgariya Efrînê re piştvan bin.