Kanala ROJAVA TV

EFRÎN JI 5 SALAN Û VIR VE DI BIN DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK DE YE

EVÎN CUMA - RÊVEBIRA KOMELEYA MAFÊN MIROVAN A HERÊMA CIZÎRÊ EVÎN CUMA: JI DEMA DAGIRKIRINÊ VE BINPÊKIRINÊN LI DIJÎ MAFÊN MIROVAN DEWAM DIKIN EVÎN CUMA: ERDOXAN EŞKERE KIRIBÛ KU ARMANC JI ÊRÎŞAN GUHERTINA DEMOGRAFÎ YE

Rêvebera komeleya mafên mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cuma got, ji dema dagirkirina Efrînê û heta vê kêliyê dewleta Tirk a dagirke rû çeteyên wê, binpêkirinan li dijî xelkê Efrînê didomînin.

Her wiha Evîn Cuma got, li Efrînê bi her awayî guhertina demografî pêk tê,

Beriya 20’ê çileya 2018’an Efrîn bajarê herî ewle û aram bû, lê piştî dagirkirinê ew bajarê ku nêzî milyonek kes lê niştecih bibû, Tirkiyê û çeteyan ew veguherandin cihê kuştin û binpêkirinan.

Têkildarî  salvegera destpêkirina êrîşên li dijî efrînê, rêvebira komeleya mafên mirovan a herêma cizîrê Evîn Cuma got, ji dema dagirkirinê û heta niha binpêkirinên li dijî mafên mirovan li efrînê dewam dikin.

Her wiha Evîn Cuma diyar kir ku serokkomarê dewleta tirk Erdogan di despêka êrîşên li ser herêmê de eşkere kiribû ku armanca wî guhertina demografî ye.

Rêveberiya xweser a bakur û rojhelatê sûriyê jî bi boneya despêkirina êrîşên li dijî efrînê daxuyanîyek dabû û tê de gotibû, bêyî rizgarkirina Efrîn û herêmên dagirkirî, ti carî çareserî pêk nayên.