Kanala ROJAVA TV

⁣EFRÎN..BAJARÊ LI HEMBERÎ HOVANETIRÎN DAGIRKERÎ SERÎ NETEWAND

MIHEMED EL- BERAK- CÎGIRÊ HEVSEROKATIYA ENCUMENA CÎBICÎKAR A HERÊMA CIZÎRÊ EL- BERAK: BERXWEDANA EFRÎNÊ HESABÊ DAGIRKERAN SERÛBINÎ HEV KIR EL- BERAK: TIRKIYÊ LI EFRÎNÊ GUHERTINA DEMOGRAFÎ PÊK TÎNE

salvegera 5’emîn a êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê Cîgirê hevserokatiya encumena Cîbicîkar a herêma Cizîrê Mihemed El- Berak got, berxwedana Efrînê hesabê dagirkeran serûbinî hev kir.

El- Berak dibêje Tirkiyê û çeteyan li Efrînê xelkê bi darê zorê ji malên wan derdixînin, xwezayê talan dikin û bi her awayî guhertina demografî pêk tînin.

20’ê çileya 2018’an, demjimêr 4’ê berêvarê bû, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên tundrew, bi 73 balafirên şer û teknîka pêşketî, êrîşeke dagirkeriyê li dijî bajarê her ewle, li Efrînê dest pê kirin.

Dagirkeran plan dikirin ku di çend demjimêran de, Efrînê dagir bikin, lê berxwedana şervanan û xelkê Efrînê hesabê wan serûbinî hev kir û 58 rojan berxwedaneke dîrokî raber kirin.

Cîgirê hevserokatiya encumena Cîbicîkar a herêma Cizîrê Mihemed El- Berak got, li Efrînê berxwedaneke dîrokî hate meşandin.

Piştî dagirkirinê, Tirkiyê û çeteyan Efrîn ji niştecihên wê yên resen vala kirin, xweza û milkên wê têk dan û bi alîkariya hinek rêxistinan, avahiyên mêtîngeriyê ava kirin.

Di encama êrîşên barbar û hovane yên dagirkeriyê de, bi sedan sivîl şehîd û birîndar bûn. Piraniya Efrîniyan niha li kantona Şehbayê dimînin û tekez dikin ku ew ê li warê bav û kalên xwe vegerin.