Kanala ROJAVA TV

CIWANÊN KOBANÊ BI MEŞEKÊ PIŞTGIRÎ DAN SERHILDANA LI ROJHILATÊ KURDISTANÊ

JINÊN CIWAN ÊN LI KOBANÊ: EM Ê LI DIJÎ SIYASETÊN QIRKIRINA JINAN TÊBIKOŞIN

Ciwanên li bajarê Kobanê îro ji bo piştgiriya serhildana li Rojhilatê Kurdistan û îranê xwepêşandanek li dar xistin.

Xwepêşandan ji Taxa Nû ya Kobanê dest pê kir û bi  berizkirina dirûşma” Jin, jiyan, azadî” li Qada Jina Azad rawestiya.

Li Qada Jina Azad xwepêşandan veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de axaftin hatin kirin di axaftinan de hate gotin, Şoreşa ku bi pêşengiya jinan li Rojhilatê Kurdistanê li dar e, pîroz e.

Her wiha hate destnîşankirin ku ew piştgiriya jinan û gelê Rojhilatê Kurdistanê dikin û bang li dewleta Îranê kirin ku guh bide daxwazên gel.