Kanala ROJAVA TV

CIVÎNA SALANE YA JINÊN ŞAREDARIYAN HAT LIDARXISTIN

BÊRÎVAN UMER - HEVSEROKA DESTEYA RÊVEBERIYA HERÊMÎ Û JÎNGEHÊ - CIZÎR

Civîna salê ya Jinan a Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya Herêma Cizîrê bi beşdariya hevserokên şaredariyên herêma Cizîrê, endamên saziyên şaredariyan, nûnerên encumena Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê, Kongra Star û PYD’ê li avahiya encumena zagonsaz a navçeya Amûdê hat lidarxistin.

Di civînê de xebatên hemû komîte û nivîsgehên girêdayî wê hatin şîrovekirin û rewşa rêxistinî û zehmetiyên ku rastî kar û xebatên jinan tên, hatin nîqaşkirin.

Di civînê de hevseroka Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya herêma Cizîrê Bêrîvan Umer rapora rewşa siyasî ya herêmî û cîhanê û rewşa rêber Abdullah Ocalan xwend.

Paşê sînevîzyonek li ser çalakiyên jinan di sala 2022’yan de hat pêşandan.

Civîn bi hin encamnameyan bidawî bû, ji wan: Pêşxistina projeyên jinan, Vekirina dewreyên birdozî û pîşesazî ji jinan re, Pêşxistina xebatên ku jin têde nexebitîne, Xebatê ji bo hişmendiya jîngehê û belavkirina wê di nava civakê de, Beşdarbûna aktîv ji hemû çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û Lidarixstina konferansa duyemîn a jinan.