Kanala ROJAVA TV

LI REQAYÊ FÊRKIRINA ZIMANÊ KURDÎ YEK JI BINGEHÊN PERWERDEYÊ YE

MENAL NAYIF – XWENDEKAR MENAL NAYIF: EZ BI FÊRBÛNA ZIMANÊ KURDÎ KÊFXWEŞ IM HÊVÎDAR MISTEFA – MAMOSTEYA ZIMANÊ KURDÎ HÊVÎDAR MISTEFA: REWŞ FÊRKIRINÊ HER KU DIÇE BAŞTIR DIBE XEDÎCE MISTEFA – RÊVEBERA XEBATÊN ZIMANÊ KURDÎ DI KOMÎTEYA PERWERDEYÊ DE XEDÎCE MISTEFA: WANEYÊN BI ZIMANÊ KURDÎ BINGEHÎN IN

 

Zimanê kurdî li Bajarê Reqayê weke waneyên sereke li dibistanan tê dayîn, xwendekarên ji pêkhateya Ereb jî fêrî Zimanê kurdî dibin.

Komîteya Perwerdeyê ya bajarê Reqayê her hewl dide ku zimanên pêhateyên li bajêr biparêze.

Komîteya Perwerdeyê a bajarê Reqayê berdewam ji bo pêşxistina perwerdeyê û fêrkirina bi zimanê kurdî di nava hewildanan de ye.

li dibistanên bajarê Reqayê di hefteyê de 2 wane bi zimanê kurdî ji bo xwendekaran tên dayîn.

Xwendekara bi navê Manal Nayîf kêfxweşiya xwe bi fêrbûna bi zimanê kurdî anî ziman û got ku ew niha fêrî tîpan û navên demsalên sale dibin.

Mamoste zimanê kurdî Hêvîdar Mistefa diyar kir ku pêkhateya Ereb di destpêkê de di warê hînkirina zimanê Kurdî de rastî zehmetiyan hatin, lê piştî ku fêrî bingehên ziman bûn rewşa wan baştir bû.

Li aliyekî di Rêvebera xebatên Zimanê Kurdî di Komîteya Perwerdeyê de Xedîce Mistefa diyar kir ku di dibitanên bajarê reqayê de Waneyên zimanê kurdî yên bingehînin.

dema serweriya çeteyên DAIŞ ê li bajarê Reqayê, zilm û desthilatdarî li dijî Şêniyan dihat kirin, lê ji destpêka Rizgarkirina Bajêr û heya niha Rêveberiya xweser ji bo aramiya bajêr û dabînkirina pêdiviyan gelê wê her di nava hewildanan de ye.