Kanala ROJAVA TV

RÊVEBERIYA XWESER A HERÊMA CIZÎRÊ PIROJEYÊN 2023’AN EŞKERE KIR

Encuma Cîbicîkar a Herêma Cizîrê bi beşdariya hemû Endamên Encumenê û Nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li navçeya Amûdê civîna xwe ya salê li dar xist..

Di civînê de rewşa siyasî ya cîhanî û herêmî hate nirxandin û rapora salê ya encumenê, kar û xebatên desteyê û gerînendeyên wê, rewşa rêveberî û rêxistinî ya desteyan û gerînendeyên encumenê, astengiyên derketine hatin nîqaşkirin û ji bo çareserkirina wê, pêşniyar û plansazî hatin dayîn..

Ji xebatên sereke yên rêveberiyê:

Çareserkirina pirsgirêka avê ya Hesekê, Destekê bidin çandiniyê bi rêya peydakirina pêdiviyên çandiniyê, Peydakirina hemû pêdiviyên saziyên tenduristiyê, Peydakirina pêdiviyên saziyên perwerdeyê, Ji nûve birêxistinkirina komînan û çalakirina komîteyên wê, Çalakkirina çavdêriyê û bicihanîna giliyên welatiyan, Domandina xebatan li gorî rewşa awarte û Pêkanîna hemû projeyên plansaziya 2023’yan di demên wê de..