Kanala ROJAVA TV

PLATFORMA JINAN: KURDÊN LI PARÎS JI BO DOZA HEMÛ CÎHANÊ DIXEBITÎN

Platforma çalakiyên hevbeş yên Tevger û Rêxistinên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi daxuyaniyekê salvegera 10’emîn a komkujiya Parîsê şermezar kir..

Daxuyanî ji aliyê Encumena Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ber navenda Mihemed Şêxo a çand û Hunerê ve hate xwendin..

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Di 9’ê Çileya 2013’an de 3 jinên pêşeng ”Sakîna Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez” ji siyasetên qirêj yên dijmin bûn qurbanî, ev komkujî û sûcekî mezin pêk hat, da bibe asteng û kelem li pêşiya diyaloga li ser doza Kurdî li Bakurê Kurdistanê û pêkanîna aştiyê..

Berxwedana şehîd Sakîne û hevrêyên wê ne tenê ji bo jinên kurd, lê belê ji bo hemû jinên cîhanê bû..

Em wekî Platforma çalakiyên hevbeş yên tevger û rêxistinên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê van şehîdan bi bîr tînin, her wiha em komkujiyên li ser jinan pêk tên şermezar dikin..