Kanala ROJAVA TV

TEV-DEM’Ê LI ŞEHBAYÊ HERSÊ JINÊN KOMUJIYA PARÎSÊ BI BÎRANÎN

Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê ya herêma Efrînê li Şehbayê hersê şehîdên Komkujiya Parîsê ya 9’ê Çileya sala 2013’an bi bîranî..

Tevgera Civaka Demokratîk ya herêma Efrînê li navenda Çand û Hunerê li hola Mîtan ya li navçeya Ehdasê hersî şehîdên Jin Sakîne Cansiz, Fîdan Doxan û Leyla Şaylemez bi bîranî..

Destpêkê deqeyeke Rêzgirtin li ser giyanê şehîdan hat sekinandin, piştre Axaftin ji aliyê Buroya Jin ve hat kirin..

Her weha Sinevisyonek li ser jiyana hersê Şehîdan hat pêşkêşkirin..

Rêvebira TEV-DEM’ê li Şehbayê Zelal Ceger jî li ser jiyana Şehîdan got: “Bi berxwedana van hersê jinên Têkoşer em jiyaneke bi rûmet dijîn”.

Endama Tev-DEM’ê Şêrîn Hesen her weha Rêvebira TEV-DEM’ê Zelal Ceger ji bo vê mijarê hin nirxandin kirin..