Kanala ROJAVA TV

NÊZÎKATIYÊN DI NAVBERA TURKIYÊ Û HIKÛMETA ŞAMÊ DE TÊN ÇI WATEYÊ?

HESEN KOÇER - CÎGIRÊ HEVSEROKATIYA RÊVERBERIYA XWESER HESEN KOÇER: EV LIHEVKIRIN DI NAVBER TURKIYÊ Û RÛSIYA DE YE HESEN KOÇER: TURKIYÊ DIXWAZE OPOZISYONÊ BIFROŞE HIKÛMETA ŞAMÊ HESEN KOÇER: DIVÊ HIKÛMETA ŞAMÊ BI RÊVEBERIYA XWESER RE LI HEV BIKE HESEN KOÇER: EV LI HEVKIRIN TÊ WATEYA PEJIRANDINA HIKÛMETA ŞAMÊ JI DAGIRKERIYA TIRK RE

Cîgirê hevserkatiya rêverberiya xweser Hesen koçer li hevkirinên ku di navber turkiyê û hikûmeta Şamê de çê dibin weke lihevkirinên xeternak bi nav kir û tekez kir ku dibe ku sûriyê ber bi perçe bûnê ve bibe.

Hesen koçer dibêje ku divê hikûmeta Şamê divê bi rêveberiya xweser re li hev bike.

Ev demeke turkiyê hewl dide ku bi hikûmeta şamê re li hev bike da ku hin berjwendiyan bi dest bixe, herî dawî berpirsên herdu aliyan li Rûsiya li hev civiyan.

Di derbarê vê yekê de Cîgirê hevserkatiya encûmena rêveber a rêverberiya xweser Hesen koçer ji Rojava TV re nirxandin kirin.

Koçer ev li hev kirin weke li hevkirineke xeternak bi nav kir û tekez dike ku rûsiya û turkiyê ji bo berjewendiyên xwe van nêzîkatiyan çê dikin.

Hesen koçer destnîşan dike ku divê hikûmeta Şamê bi rêveberiya xweser re li hev bike.

Cîgirê hevserkatiya rêverberiya xweser Hesen koçer diyar kir ev li hevkirin tê wateya pejrandina hikûmeta Şamê ji dagirkeriya tirk re.

Ji sala 2011 civînên di vê astê de di navbera turkiyê û hikûmeta Şamê de çê nebibûn, lê xuya berjewendiyên Erdogan xwestin ku bi hikûmeta Şamê re li hev bike.