Kanala ROJAVA TV

ŞÊX Û RÛSPIYÊN EŞÎRÊN REQAYÊ HEWLDANÊN DAIŞ′Ê YÊN BIDESTXISTINA ÎMPARATORIYA OSMANÎ RED DIKIN

ŞÊX TELAL SÎBAT – JI ŞÊXÊN EŞÎRA EL-WELDA ŞÊX TELAL SÎBAT: TIRKIYE RÊ DIDE AJANDEYÊN XWE KU ARAMIYA HERÊMÊ TÊK BIBIN ŞÊX HEMED EL-QERACA - JI ŞÊXÊN EŞÎRA ELBÛ ESAF ŞÊX HEMED EL-QERACA: EV ÊRÎŞ JI BER KÎNEKE VEŞARTÎ YA DAIŞ'Ê DERKET HOLÊ ŞÊX Û RÛSPIYÊN EŞÎRÊN REQAYÊ TEKEZ KIRIN KU EW LI PIŞTA HÊZÊN XWE YÊN LEŞKERÎ NE

Di derbarê êrîşa DAIŞ’Ê ya li dijî navenda hêzên ewlekariya hundirîn a li reqa yê, Şêx û rûsipiyên eşîrên reqayê tekez kirin ku ew piştgiriyê didin hêzên xwe ên leşkerî li dijî her êrîşek muhtemet li ser bakur û rojhilatê sûriyê.

Di 26`ê kanûnê de şaneyeke çeteyên DAIŞ’Ê êrişî navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li taxa Diriya ya li bajarê Reqayê kirin, di encamê de 6 endamên hêzên ewlekariya hundirîn û QSD′ê şehîd bûn.

Di derbarê mijarê de şêxê eşîra El-Welda û eşîra Elbû Esaf ji ROJAVA TV re axivîn û êrîşa li dijî navenda hêzên ewlekariyê şermezar kirin.

Ji Şêxê Eşîra El-Welda Şêx TELAL SÎBAT diyar kir ku Tirkiye rê dide ajindeyên xwe yên DAIŞÊ, ku ewlehî û aramiya herêmê têk bibe û welatiyan tevlihev bike.

Ji Eşîra Elbû Esaf Şêx Hemed El-Qeraca got ku ev êrîş ji ber kîneke veşartî ya çeteyên DAIŞ’Ê

yên ku tirkiye piştgiriya wan dike û yên ku ji îdeolojiya demokratîk ditirsin, derket holê.

Şêx û rûsipiyên eşîrên reqayê hewildana şaneyên DAIŞ’Ê yên ku dewleta tirk piştgiriya wan dike ji bo bicihanîna armancên împaratoriya osmanî red kirin.

Her wiha  tekez kirin ku ew li dijî her êrîşek li ser bakur û rojhilatê sûriyê piştgiriya hêzên xwe yên leşkerî dikin..