Kanala ROJAVA TV

JINÊN HERÊMA CIZÎRÊ BI MÎTÎNGEKÊ SERHILDANA ROJHILATÊ KURDISTANÊ SILAV KIRIN

Bi armanca piştgirî û silavkirina serhildana Rojhilatê Kurdistanê, îro Kongra Star a Herêma Cizîrê mitîngek li bajarê Qamişlo saz kir.

Mitîng bi dirûşmeya ”bi rihê tekoşîna şoreşa jin, berxwedana Jin Jiyan Azadî wê bi serkeve”, bi beşdariya bi sedan jinên bajar û navçeyên Herêma Cizîrê li stada Heysem Kiço ya bajêr hate lidarxistin.

Di mitîngê de koordînasyona Kongra Star Rîhan Loqo axivî û got, şoreşa ku bi rihê jinan dest pê bike, helbet dê bi ser bikeve.

Beşdarên mitîngê jî serhildana jinan a li Rojhilatê Kuridtanê silav kirin û piştevaniya xwe ji bo wan dubare kirin.