Kanala ROJAVA TV

BI HEWLDANÊN NÊZÎKATIYA ŞAM Û ENQERÊ RE, RÛSYA DIXWAZE ALOZIYA SÛRIYÊ KÛRTIR BIKE

Endamên Encumena giştî ya PYD’ê dane xuyakirina ku eger nêzîkatiyek di navbera Şamê û Enqerê de bi serkêşiya Rûsya çêbibe, wê li ser hesabê xelkê herêmê be û Rûsya dixwaze vê yekê bike..

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve ku ji 2011’an ve destpêkir û heta roja îro dewam dike, hişt ku gelek dewletên derve derbasî nava xaka Sûriyê bibin..

Yek ji wan jî Rûsya ye ku qaşo dê aloziyê çareser bike..

Lê li ber çavên her kesî xuyaye ku Rûsiyayê dixweaze aloziyê kûrtir bike û aramî li Sûriyê çênebe, ew jî bi hewlanên nêzîkatiya Şam û Enqerê..

Derbarê mijarê de endamê Encumena giştî ya PYD’ê Ebdulhadî Ehmed da xuyakirin ku eger nêzîkatiyek di navbera Şamê û Enqerê de bi serkêşiya Rûsiya çêbibe, wê li ser hesabê xelkê herêmê be..

endama Encumena giştî ya PYD’ê Erîfa Bekir jî diyar kir ku eger Rûsiya bixwaze çareseriyekê ji aloziya sûrî re bibîne, divê diyaloga Sûrî-Sûrî destpê bike..

Dewleta Tirk a dagirker di êrîşên xwe yên dawî de binesaziya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê kir hedef, bi wê yekê jî xwest ku bi riya Rûsya hevdîtinê bi hikumeta Şamê re pêk bîne..