Kanala ROJAVA TV

GELÊ MINBICÊ TECRÎDÊ ŞERMEZAR DIKE

Li bajarê Minbicê jî, Bi armanca şermezarkirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan, yekîtiya Jinên Ciwan çalakiya konvedanê li dar xist.

Welatiyên herêmê, Endamên Saziyên Sivîl û Partiyên Siyasî beşdarî çalakiyê bûn.

di çalakiyê de wêneyên Rêber Ocalan û dirumeyên şermezarkirina Tecrîdê hatin berzkirin.

Di çalakiyê de gelek axaftin hatin kirin û tê de hate gotin ku dewleta Tirk di şexsê Rêber Ocalan de, tecrîdê li dijî tevahî gelên rojhilata navîn dimeşîne.

Beşdarên çalakiyê jî tekez kirin ku heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan ew ê li ber xwe bidin.