Kanala ROJAVA TV

PARTIYA SÛRIYA PÊŞEROJÊ LI REQAYÊ GEŞEDAN Û BANDORA ÊRÎŞAN LI SER CIVAKÊ NÎQAŞ

Buroya têkiliyan a Partiya Sûriya pêşrojê ya Reqayê ji bo nirxandina geşedanên dawî li herêmê û bandora êrîşan li ser civakê, komxebatek lidarxist.

Komxebat bi navê “Êrîşên dewleta tirk û bandorên wê li ser civakê” li hola Encumena Zagonsaz a bajêr hate lidarxistin û têde rewşa dawî li herêmê, êrîşên dewleta tirk û hişyarkirina gel li hember dagirkeriya tirk hate nirxandin.

Her di komxebatê de hate diyarkirin ku ji bo rawestandina destdirêjiyên li ser xaka bakur û rojhilatê sûriyê pêwîstî bi yekîtiyê heye.

Partiya Sûriya pêşrojê bi encamnameyekê da zanîn ku ew ê semîner û civînên ji bo hişyarkirina gel dewam bikin.