ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK ÊN LI DIJÎ HERÊMÊ RASTÎ BERTEKÊN BI HÊRS TÊN
Jinên siyasetmedar bêdengiya hêzên navdewletî li hember êrîşên hovane yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê şermezar kirin û diyar kirin ku armanca dewleta Tirk têkbirina aramiyê ye.
Bi armanca şermezarkirina bombebarana dewleta Tirk a dagirker a li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gelên herêmê xwepêşandanên girseyî li dar xistin û hêrsa li dijî êrîşan nîşan dan.
Jinên siyasetmedar derbarê êrîşên li ser herêmê de, ji ROJAVA TV re nirxandin kir.
Seroka Desteya Jin a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Edlat Mihemed Umer got, “Li hemberî êrîşên hovane yên dewleta Tirk heta niha hêzên navdewletî xwe bêdeng dikin.”
Endama Koordînasyona Encumena Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Feyrûz Xelîl jî diyar kir ku dewleta tirk bi van êrîşan dixwaze aramiya herêmê têk bibe.
Dewleta Tirk a dagirker di êrîşên herî dawî yên bi bi balafirên şer, rasterast sivîl kirin hedef û komkujî pêk anîn. Tevî wê jî, hêzên garantor ên li herêmê bi erka xwe ranebûn.