BI HEZARAN KES BEŞDARÎ MERASÎMA OXIRKIRINA 12 ŞEHÎDÊN KOMKUJIYA DÊRIKÊ BÛN
Îro bi hezaran kes û ji pêkhateyên herêma Cizîrê ku di nav de Kurd, Ereb û Suryan, li bajarê Dêrikê kom bûn û beşdarî merasîma oxirkirina 12 şehîdên komkujiya Dêrikê bûn.
Beşdaran Cenazeyên şehîdan ji nexweşxaneya niştimanî ya Dêrikê bi meşeke mezin ber bi mezara şehîd Xebat ve derketin rê û merasîmên oxirkirinê lidarxistin.
Di meşê de komkujiya dewleta Tirk a dagirker hat şermezar kirin
Li herêma Cezîrê sûk û dikan ji bo sersaxiya giyanê şehîdan deriyên xwe girtin.