Kanala ROJAVA TV

LI DIJÎ ÊRÎŞÊN QIRKIRINÊ YÊN DEWLETA TIRK, ŞÊNIYÊN AMÛDÊ DAKETIN QADAN

Li navçeya Amûdê jî ji bo şemezarkrina Êrîşan gel bi hêrseke mezin xwepêşandanek li dar xistin .

Xwepêşandan ji Qada Jina Azad Dest pê kir û li Qada Şehîd cîhad Veguherî mîtîngê .

Di mîtîngê de Hevserokê Encumena Rêveber a Rêveberiya xweser a herêma Cizîrê Telat Yûnis axiv û Êrîşên Dewleta Tirk ên li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê wekî êrîşên qirkirinê bi nav kir .

Telat Yûnis tekez kir ku Dewleta Tirk bi Riya Êrîşên xwe dixweaze Îradeya Gelê Welatparêz hedef bigire .